Li Iraqê ji bo rojên cejnê qedexeya gistî tê ragihandin
PeyamaKurd - Li Iraqê qedexeya giştî ya çûn û hatinê li seranserê Iraqê bo rojên Cejna Qurbanê ragihand.
Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê li Wezareta Tenduristiya Iraqê Riyaz Ebdulemîr îro Çarşemê ragihand: “Wezareta Tenduristiyê daxwaza ferzkirina qedexeya giştî ya çûn û hatinê di rojên Cejna Qurbanê de dike, lewra Lijneya Bilind a Tenduristî û Silametiya Niştimanî razîbûna xwe li ser wê daxwazê pêşan da.”
Riyaz Ebdulemîr da zanîn ku sedema ferzkirina qedexeya çûn û hatinê di rojên Cejna Qurbanê de, ew karesata mezin e ku piştî Cejna Remezanê bi hefteyekê qewimî û bû sedema zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine.
Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê got: “Çend hefte ye hejmara pêketiyên koronayê li Iraqê zêde dibe, lê li beramber hejmara kesên baş dibin jî ber bi zêdebûnê ve diçe, ev jî baş e û dibe hejmara pêketiyan kêmtir bibe eger welatî pêbendî tedbîrên xweparastinê bin.”
Li gorî amarên fermî yên Iraq û Herêma Kurdistanê heta niha 97 hezar û 159 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 64 hezar û 950 kes baş bûne û 3 hezar û 950 kesan jî can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin