Pistî serdana Erdogan li Wanê car din qedexeya çalakiyan hat ragihandin

12 June 2022 18:35 0 dîtin
Pistî serdana Erdogan li Wanê car din qedexeya çalakiyan hat ragihandin

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku ji sala 2016an ve 15 rojan carekê qedexeya bername û çalakiyên cemawerî tê ragihandin, îro 12ê Hezîranê careke din bo 15 rojan qedexe hat dirêjkirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, doh 11ê Hezîranê li Wanê beşdarî mîting û merasîma vekirina hejmarek projeyan bûbû û soza biratî û baştirkirina pêwendiyên ligel xelkê Wanê dabû.

Parêzgariya Wanê jî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku bi sedema êrîş û çalakiyên muhtemel ên dijî destûra bingehîn û yasayan di çarçoveya qanûna xwepêşandan û çalakiyên cemawerî ya 2911an ji bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Hat diyarkirin ku wê qedexe heta 27ê Hezîranê berdewam bike û tenê bo bername û çalakiyên fermî destûr bê dayîn.