Besa duyem a derziya Koronayê gihîst Tirkiyê

25 January 2021 12:01 0 dîtin
Besa duyem a derziya Koronayê gihîst Tirkiyê

PeyamaKurd – Beşa duyem a derziya înaktîf a vîrusa Koronayê, îro gihîşt Tirkiyê.

Îro, di veguhestina beşa duyem a derziyên înaktîf de, ku beşa ewil ji 6,5 milyon doz pêk dihat, gihîşt Balafirxaneya Stenbolê.

Balafira cureya “Boeing 777”ê ya sefera "TK 6175ê ya Rêhewaya Tirk ku tê de derziyên Covîd-19ê hene, di saet 06.15an da li Balafirxaneya Stenbolê danî.

Li gor Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand, di veguhestina beşa duyem a derziyên înaktîf de, 10 milyon doz heye û beşa ewil ê ku ji 6,5 milyon doz pêk tê, îro digihêje wî welatî.

Balafira ku do ji paytexta Çînê bajarê Pekinê bi rê ketibû, serê sibê li balafirxaneya Stenbolê danî û piştî karûbarên gumrikê, derzî bi konteynerler bo depoyan hatin veguhestin.