Joe Biden doza duyem a derziya koronayê li xwe xist
PeyamaKurd - Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden, doza duyem a derziya koronayê li ber çavê xelkê li xwe xist.
Joe Biden beriya ku 20 Çile dest bi kar bike, herdu dozen derziyê li wilayeta Delaware li xwe xistin.
Hat zanîn ku doktor Ric Cuming ku rêveberê perestyaran e li Nexweşxaneya ChristianaCare, derzî li mile çepê yê Biden da.
Serokê 46emîn ê Amerîkayê bi awayê ku li ber çavê xelkê derziya koronayê li xwe de, dixwaze baweriya welatiyan bi derziya koronayê çêbibe û ji bo bidawîkirina pandemiyê xwe jê nerevînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin