Pêsmergeyên Kurdistanê îro doza duyem a derziya Koronayê werdigrin

10 July 2021 13:09 0 dîtin
Pêsmergeyên Kurdistanê îro doza duyem a derziya Koronayê werdigrin

PeyamaKurd - Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, li mîhwera rojavayê Kerkûkê îro doza duyem a derziya Koronayê ya ji aliyê Wezareta Tendirustiyê hatiye dabînkirin werdigre.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, WezaretaTendirustiyê derzî ji bo hêza Pêşmerge dabîn kiriye û bereya bi demekê Pêşmergeyên li mîhwera rojavayê Kerkûkê xwe derzîkiribûn û wê îro doza duyem a derziyê werbigrin.

Herwiha li gor zanyariyan, wê proseya doza duyem a derzîkirina Pêşmergeyan berdewam bike.