Besar Esad û Putin îro li Moskovayê hevdîtin dikin
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Putin û serokê Sûriyê Beşer Esed di 15 ê adarê de li Moskovayê hevdîtin dikin. Di mijarê de Kremlîna Rûsyayê weha got:
“Di 15 ê adarê de wê serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi serokê Sûriyê Beşer Esed re hevdîtin bike. Wê her dû lîder li ser mijarên siyasî, bazirganî, aborî û di sehayên mirovî de pêşdebirina hevkariya her dû dewletan niqaş bikin, li ser çareseriya mijara Sûriyê û dora wê dê biaxifin.”
Her weha wê di 15-16ê adarê de cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiyê, Rûsya, Îran û Sûriyê jî hevdîtinan bikin. Mijar wê li ser normalîzekirina têkiliyên Tirkiyê-Sûriyê û çareseriya krîza Sûriyê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin