Hevdîtina Putin û Netenyahû wê li Moskovayê be

06 May 2018 19:10 0 dîtin
Hevdîtina Putin û Netenyahû wê li Moskovayê be

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû û serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin wê li Moskovayê werin cem hev.

Li gor ragihandina ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, wê her dû desthilat roja çarşemê li Moskovayê werin cem hev. Dawet ji aliyê Putin ve hat kirin û ket piştî “Cejna Serkeftinê ya li Dijî Almanya Nazî”.

Li gor ragihandina Kremlînê jî Netenyahû hatiye dawetkirin bo ahengeka leşkerî ya li Moskovayê û weha dewam dike: “ Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu wê di 9 ê gulanê de seredaneka xebatî pêkbîne. Netenyahû hat dawetkirin bo merasima leşkerî ya serkeftina şerê duyem yê dinyayê ku 73emîn salvegera wê ye.”