Betalkirina çûna heyeta me ya Amerîkayê ji bo Hamasê peyamekiye

27 March 2024 22:50 0 dîtin
Betalkirina çûna heyeta me ya Amerîkayê ji bo Hamasê peyamekiye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ragihand ku neçûna heyeta Îsrîlê ji bo Amerîkayê peyamekiye ji Hamasê re.

Îsraîl piştî biryara konesey a Ewlehiyê ya NY ku Amerîka biryarê veto nekiribû lê rengê raya xwe aşkera nekiribû û di konseyê de biryar qebûl bûbû, Îsraîlê çûna heyeta xwe ya ji bo Amerîkayê betal kiribû.

Netenyahu ragihand ku biryar cesaretê daye Hamasê û betalkirina ziyareta ji bo Amerîkayê ji Hamasê re peyamekiye. Netenyahu bangî Hamasê kir û got:

“Baweriya xwe bi zorê neynin, wê bi kêrî we nê. Înşallah peyama me sitendine.”