Bexda | Îsev car din bi mosekên katyûsa êrîsî Herêma Kesk kirin

16 August 2020 22:49 0 dîtin
Bexda | Îsev car din bi mosekên katyûsa êrîsî Herêma Kesk kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îşev careke din bi moşekên katyûşa êrîşek li Herêma Kesk a Bexdayê pêk hatiye ku du moşek ketine deverê.

Li gorî medya Iraqê, di encama avêtina her du moşekên li Herêma Kesk de, ti agahiyên derbarê ziyanan de nehatine bidestxistin.

Doh 16ê Tebaxê jî 3 moşekên katyûşayê li derdora baregeha Tacî ya li bakurê Bexdayê ketibûn ku hêzên hevpeymaniyê jî li wir dimînin.

Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê ragihandiye ku du moşek îşev li navçeya Raşîdiye ya Bexdayê ji aliyê Dîcle ve bo herêma kesk hatine avêtin.