Iraq | 3 êrîsên ser Bexdayê hatin pûçkirin: 18 mosekên Katyûsa hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şeva borî 3 hewlên êrîşa bi moşekan li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê hatine pûçkirin û hêzên ewlekariya Iraqê dest danîye ser 18 moşekan.
Fermandarê Fermandariya Operasyonên Bexdayê Ferîq Rukin Ehmed Selîm ragihand, Fermandariya Operasyonên Bexdayê hin rêkar girtine, ji bo Herêma Kesk a Bexdayê, şandeyên dîplomasî û Balafirxaneya Bexdayê neyên armanckirin.
Ehmed Selîm diyar kir, ji encama wan rêkaran, 3 hewlên êrîşa herêmeke nêzîkî balafirgehê hatin pûçkirin û hêzên ewlehiyê karîn dest deynin ser 10 moşekan.
Ferîq Rukin Ehmed Selîm desnîşan kir, berî çend rojan 80 moşekên ji cureya Katyusha hatin desteserkirin ku hatibûn danînin ji bo Balafirxaneya Bexdayê armanc bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin