Rusya: Êrîsên li dijî Moskow û Belgorodê, hatin pûçkirin
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastiyê ya Rusyayê ve hat dayîn, hat ragihandin ku ji aliyê hêzên Ukraynayê ve hewil hat dayîn ku bi balafirên bêmirov êrîş li dijî herêmên Moskow û Belgorodê bê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Li herêma Belgorodê ji aliyê pergalên parastinê yên asîmanî ve balafira kifşê ya li herêma Belgorodê hat jinavbirin.”
Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin jî di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku hewildana balafira bêmirov a ku bi pergala berevaniya asîmanî ber bi Moskowê ve bifire, li nêzî bajarê Lyubertsy hat astengkirin.
Sobyanin diyar kir ku li gorî tespîtên destpêkê, xisareke canî çênebûye û tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê dixebitin.
Di daxuyaniya Ajansa Veguhastina Hewayî ya Federal a Rusyayê (Rosaviatsiya) de hat ragihandin ku seferên balafirgehên Vnukovo, Domodedovo û Zhukovskiy yên Moskovayê ji bo ewlehiya seferên sivîl danê sibehê demkî hatine astengkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin