Bi mosekên Katyûsa êrîsî baregeha Basikayê kirin: Leskerekî Tirk hat kustin, zarokek birîndar bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê 7ê Mijdarê baregeha artêşa Tirkiyê ya li Başika ku dikeve nav sînorên Mûsilê rastî êrîşeke moşekî hat. Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) êrîşa moşekî piştrast kir û ragihand ku leşkerekî wan di êrîşê de hatiye kuştin.
Di agahdariya MSBê de hatiye gotin, ji sê moşekên hatine avêtin yek ji wan li baregehê ketiye û du moşekên din jî li nav gund ketine xwarê.
MSBê eşkere kir ku leşkerekî wan hatiye kuştin di encama êrîşê de û zarokekî gundî jî birîndar bûye.
Herwiha hat diyarkirin ku piştî bûyerê tedbîrên pêwîst hatine wergirtin û balafireke SÎHA jî hatiye erkdarkirin.
Li gorî zanyariyên herêmê êrîş bi moşekên Katyûşa hatiye kirin û li ser medya civakî vîdyoyên wesayîta ku moşek jê hatine avêtin hatiye parvekirin.
İran destekli militanlar TSK'nın üssüne saldırdı.
— EHA MEDYA (@eha_medya) November 7, 2021
▪️Türk Silahlı Kuvvetleri’nin Musul'un 20 km kuzey doğusundaki Başika'daki üssüne roketlerle saldırıldı.
▪️Saldırı için kullanılan ve üzerinde füze rampası bulunan araç ele geçirildi.
▪️Üssümüzde herhangi bir kayıp bildirilmedi. pic.twitter.com/9ug8jmpXo4

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin