Bexdayê sandeke ji bo ewlehiya hilbijartinan sand Hewlêrê
PeyamaKurd - Nûnerê Wezareta Navxwe û Wezareta Pêşmerge li odeya operasyonên hevbeş a Iraqê de ragihand, şandeke ewlehiyê ya Iraqê ji bo guftûgokirina tedbîrên ewlehî û îdarî yên rêveçûna proseya hilbijartinên Iraqê gihîşt Hewlêrê.
Nûnerê Wezareta Navxwe û Wezareta Pêşmerge di odeya operasyona hevbeş a Iraqê de Ebdulxaliq Telet ji medya Kurdistanê re ragihand ku wan îro 21ê Kanûnê pêşwazî li şanda bilind a ewlehiya Iraqê kiriye ku bi armanca serdana embar û binkeyên serekî yên dengdanê hatine Hewlêrê.
Telet diyar kir ku wê bi wê şandê re guftûgoya tedbîrên ewlehiyê û îdarî yên rêveçûna proseya hilbijartinên dema pêş ên Iraqê yên 6ê Hezîrana 2021ê bê kirin.
Ebdulxaliq Telet got: “Şandeya ewlehiya Iraqê sibe li gel parêzgerê bi wekalet ê Hewlêrê û lijneya ewlehiyê dê bicive, ku pêdiviyên hilbijartina sala pêş bên behskirin û bi raporê bidin hikûmeta Iraqê ku dema pewîst û berî encamdana proseya hilbijartinê ew pêdiviyên bo binkeyên herêma Kurdistanê werin dabînkirin.”
Hat eşkerekirin wê ew şande rojên pêş serdana parêzgehên din ên herêma Kurdistanê jî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin