Bi balafirên bêmirov êrîs li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Rojava hat kirin!
PeyamaKurd – Di êrîşa bi balafirên bê mirov a li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê ya li Hesekê ya Rojava de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, balafireke bêmirov a Îranê ya xwekujî li Hesekê êrişî navendeke Hevpeymaniya Navdewletî kir, di wê êrişê de karmendekî jiyana xwe ji dest da û 5 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Pentagonê ve hat dayîn de hat destnîşankirin, êrîş do derdora seat 13.30an de hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, dermankirina 2 leşkerên birîndar li qadê hatiye kirin û hat destnîşankirin, 3 leşkerên din û personelên bi girêbest jî rakirine navendên tenduristiyê yên koalîsyonê yên li Iraqê.
Di daxuyaniyê de nirxandina Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî cih girt.
Austin got, "Bi fermana Serok (Joe) Biden, min destûr daye hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkî ku êrîşên asmanî li ser dezgehên ku ji hêla komên girêdayî Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ve têne bi kar anîn pêk bînin. Ev êrîş weke bersivdana êrîşa îro hat kirin û herwiha zincîre êrîşên vê dawiyê li ser hêzên Koalîsyonê li Sûriyê ji aliyê komên girêdayî Artêşa Pasdarên Şoreşê ve."
Austin balkişand li ser wê yekê ku êrîşa Amerîkayê ji bo parastina karmendên Amerîkî hatiye kirin, Austin diyar kir, ew êrîş êrîşeke rêjeyî ye ji bo kêmkirina metirsiya zêdebûna aloziyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin