Bi besdariya Mesrûr Barzanî Konferansa Nûnertiyên Derve yên Herêma Kurdistanê tê lidarxistin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê 28ê Çileyê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konferansa Nûneretiyên 14 welatan Hikûmeta Herêma birêve diçe.
Hate diyarkirin ku Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li 14 welatan hene û li ser karname û siyaseta Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin û plan dikin nûneratiyên xwe li çend welatên din jî vekin.
Li Herêma Kurdistanê herwiha zêdetirî konsulxane û nûneratiyên 40 welatan hene û 38 ji wan welatan, endamên Neteweyên Yekbûyî ne. Tenê Îranê konsulxaneya xwe li Hewlêr û Silêmaniyê vekiriye.
Vekirina hejmarek konsulxaneyên nû li Herêma Kurdistanê û hebûna bi dehan konsulxaneyên din, wekî nîşaneke baş a xurtkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê û pêgeha wê tê ravekirin.
Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di şert û mercên herî dijwar de bi taybet jî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hewldanên xurtkirin û bihêzkirina pêwendiyên navdewletî û herêmî zêde kirine û gavên girîng hatine avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin