Bi çekan lihev xistin: 2 kustî û 5 birîndar

17 October 2020 22:28 0 dîtin
Bi çekan lihev xistin: 2 kustî û 5 birîndar

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Konyayê li navçeya Beyşehirê li taxa Eğirlerê di navbera du grûban de munaqaşe derket û her dû teref bi sîlihên nêçîrê lihev xistin. Di pevçûnê de kesên bi navên Halil Ö, Mustafa Ö, Mustafa Ü, Ali Ü, Mücahit Ü, Mehmet G. û Ayşe G. birîndar bûn. Li ser gilî, polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên cuda yên Konyayê. Birîndarên bi navên Halil Ö. û Mehmet G birin nexweşxaneya navçeya Beyşehirê lê her du birîndar li wê derê can dan. Birînên Mustafa Ü. û Mücahit Ü. xedarin.

Tedawiya Ayşe G, Mustafa Ö. û Ali Ü li nexweşxanê hat kirin û hatin binçavkirin. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.