Bi daxuyaniyekê Nêçîrvan Barzanî sewitandina baregeha PDKê sermezar kir

17 October 2020 16:30 0 dîtin
Bi daxuyaniyekê Nêçîrvan Barzanî sewitandina baregeha PDKê sermezar kir

PeyamaKurd Li ser şewitandina baregeha Liqê 5ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekê bûyer şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir: “Îro danê sibê komeke deryasayî baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarê Bexdayê şewitand. Di dema êrîşê de ala Kurdistanê, wêne û sembolên Kurdan hatin şewitandin û ala Heşda Şeibî li ser hate bilindkirin.

Herwiha berdewam kir û got: ‘‘Em wê êrîşê şermezar dikin û wê bi kiryareke ajawgêrane bi nav dikin. Êrîşa li ser baregeha partiyekê ku hêzeke sereke ya rûxandina dictator bû li Iraqê, êrîşa ser dîroka xebata hevbeş a Kurd û hêzên Iraqî yên şoreşger ji bo nehîştina zordarî û dîktatoriyê ye. Gefek e li ser pêkvejiyana aştiyane, jinavbirina aştiya civakî û siyasî e û bi binemayên destûr, demokrasî û mafên mirovan re nakok e.’’