Bi destê xwe, 20 mîlyar dolarî zerarê da Kanadayê
PeyamaKurd- Wezîra karên derve ya Kanadayê bi yek tweetekî heya niha bi 20 mîlyar dolarî zerarê da Kanadayê. Wezîra karên derve ya Kanadayê Chrystia Freeland di tweetekî de belav kiribû ku hêzên asayîşa Erebistana Si’ûdiyê bê rewa, hinek aktîvîstên mafê mirovan girtine û divê wan yekser serbest berdin.
Ev bûyer bû sedem ku di navbera her dû dewletan de krîz destpêbike û her diçe krîz kûr dibe. Ji bilî aliyê siyasî, aliyê bûyerê yê aborî gihaye 20 mîlyar dolarî.
Wezîra Freeland, du jinên ku niha li Riyadê girtîne ku yek ji wan Samar Badawiye, di piştî bûyerê de xwestibû ku Erebistan wan serbest berde, her dû dewletan ji hev veqetand.
Erebistan biryara rawestandina bazirganiyê ya navbera her dû dewltan daye. Di nava alavên bazirganiyê de, bi 15 mîlyar dolarî 928 sîlihên sivik û alavên zirxî hene. Ev 15 mîlyar dolar jî kete talûkê. Kanada niha hilberîna van sîlihan dike da wan amade bike.
Kanada bi vê bazirganiyê ji 2 hezar û 470 kesî re îş peyda kiribû. Niha dibe ku ev karmend ji karên xwe bibin.
Xwendevanên Erebistanê yên ku bi bursa dewletê li Kanadayê dixwînin ku jimara wan li dora 17 hezar û 272 kesîne, dê bi malbatên xwe ve Kanadayê terk bikin. Kara van xwendevanan bi nalbatên wan ve, bo Kanadayê her sal li dora 500 mîlyon dolariye.
Wekî din hecma bazirganiya navbera her dû dewletan salê li dora 4 mîlyar dolariye û niha ev tev ketiye talûkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin