Bi dronan bersiva êrîsa DAISê hat dayîn: 6 DAISî hatin kustin

12 September 2021 20:13 0 dîtin
Bi dronan bersiva êrîsa DAISê hat dayîn: 6 DAISî hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî êrîşa çekdarên DAIŞê bi ser polîsê federal ê Iraqê de ku 3 polîs hatin kuştin, artêşa Iraqê li Kerkûkê operasyonek da destpêkirin.

Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê li ser êrîşa rêxistina terorîst DAIŞê ya li Kerkûkê û operasyona dijî DAIŞê daxuyanî da.

Hat diyarkirin ku hejmarek çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser binkeyê lîwaya 20 firgeya 5 a polîsê federal a nêzîk gundê Seîdî ya li bajarokê Daqûq a Kerkûkê û 3 polîsên federalî di wê êrîşê de can dane.

Şaneya ragihandinê eşkere kir, çekdarên DAIŞê piştî êrîşê reviyane û hêzên asmanî yên Iraqê bi balafirên bêpîlot hewla dîtina wan çekdaran dane.

Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê diyar kir, hêzên asmanî bi dronan 3 derbe li çekdarên DAIŞê dane û piştî wê êrîşa hêzên ewlehiya Iraqê, hêzên polîsê federal dest bi operasyonekê kirine û termê 6 çekdarên DAIŞê hatine dîtin ku bi êrîşa dronan hatine kuştin.