Bi dronê êrîsî Balafirgeha Abha ya Siûdî kirin: 12 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 10ê Sibatê Balafirgeha Abha ya Erebistana Siûdî rastî êrîşeke bi dronê hatiye û ew dron jî hatiye jinavbirin.
Li gorî ragihandina AFPê ji ber paşmayiyên wê drona hatiye jinavbirin 12 kes birîndar bûne
Berdevkê Hevpeymaniya Erebî Turkî El Malikî li ser êrîşa bi dronê ragihand ku êrîş ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Siûdî ve hatiye asteng kirin û got: “Li hember metirsî û gefxwarinên wiha yên balefirgehên sivîl û rêwiyan dikin armanc, em ê teddîrên bihêz bistînin.”
Hêjayî gotinê ye, Husiyên Yemenê yên bi ser Îranê ve, gelek caran êrîşên bi vî awayê li ser welatên Hevpeymana Erebî pêk tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin