Hûsiyên alîgirên Îranê car din êrîsî balafirgeha Siûdî kirin
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên alîgirên Îranê piştî êrîşa moşekan a bi ser Balafirgeha Abha ya Erebistana Siûdî de, careke din êrîş birin ser balafirgehên Abha û Cazanê.
Hat ragihandin ku Hûsiyan bi navgînên hewayî yên bêmirov NHB êrîşî herdu balafirgehên Erebistana Siûdî yên Abha û Cazanê kirine.
Li gor ragihandina televizyona girêdayî Hûsiyan El-Mesirayêêrîş serketî ne û bi NHByên Qasef-2 ew êrîş pêk hatine.
Televizyona Siûdî El Erebiya jî ragihand ku êrîş fuzeyên balîstîk a ji Yemenê hatiye, bi pergala parastina hewayî hatiye rûxandin.
Di êrîşa roja Çarşema borî de jî li Balafirgeha Navdewletî ya Abhayê 26 kes birîndar bûbûn û hikûmeta Kurdistanê jî di nav de ji aliyê gelek dewletan ve ew êrîş hatibû şermezar kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin