Bi efûya Besar Esad, 950 girtî serbest hatin berdan
PeyamaKurd-Di çarçoveya ‘Lêborîna ji Serokomarê Sûriyeyê’ de li Sûriyeyê 950 girtî serbest hatin berdan. Hat ragihandin ku di nav van girtiyan de sûcdarên kujeriyê jî hene.
Bi fermana Serokomarê Sûriyeyê Beşar Esad, 30ê Nîsana borî de ji bo girtiyên tawanên terorî efûyek hatibû derxistin. Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, îro ragihand ku di çarçoveya proseya azadkirina girtiyan de dezgehên ewlekarî yên rejîmê, proseya azadkirina girtiyan berdewam dikin û hejmara kesên hatine azadkirin, ji hemû parêzgehên Sûriyeyê gihîştiye 950 kesan.
Li gorî daxuyaniya Rewangehê, hejmara kesên hatine azadkirin, bi beranberkirina kesên hatine girtin re gelek kêm e. Hat zanîn ku tevî derketina biryara lêborînê, di derbarê kesên hatine berdan an jî kesên ku dê bên berdan de tu amareke fermî nehatiye ragihandin.
Amarên Rewangehê nîşan didin ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve ji Adara 2011an û heta niha, ji 969 hezaran zêdetir kes, ji aliyê dezgehên rêjîma Sûriyê ve hatine girtin, di nav wan de zêdetirî 152 hezaran jin in. Li gorî amarên Rewangehê, 41 hezar jê jin, ji 105 hezaran zêdetir girtî jî di bin êşkenceyê de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin