Bi erkdarkirina Serokwezîr Barzanî 34 koçberên li Lîtwanya asê mane têne vegerandin

02 January 2022 19:59 0 dîtin
Bi erkdarkirina Serokwezîr Barzanî 34 koçberên li Lîtwanya asê mane têne vegerandin

PeyamaKurd - Hat ragihandin k u li ser erkdarkirina Serokwezîr Mesrûr Barzanî 34 koçber wê ji kampên penaberan ê Lîtwanyayê bo Herêma Kurdistanê werin vegerandin. 

Şêwirmendê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê îro 2yê Çileyê 2022yan ragihand, li ser erkdarkirina Serokwezîr Mesrûr Barzanî, fermangeha hemahengi ligel desthilatdarên Lîtwanyayê kirine ku 34 koçberên di kampan de asê mabûn û di rewşeke xirab da bûn vegerîne Herêma Kurdistanê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî 4 hezar koçberên li sînorên Belarûs û Polonyayê asê mabûn vegerandibûn.