Bi erkdarkirina Serokwezîr Barzanî Bazara Spî tê tê avakirin
PeyamaKurd-Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, qada pêwendîdar erkdar kir ku projeya Bazara Spî ya di dewsa Bazara Sîm were cîbicîkirin. Hat zanîn ku ji bo bazarê 14 milyar dînar hatiye terxankirin.
Zeviya ku dê ev proje li ser were cîbicîkirin, li ser erkdayîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji aliyê Şaredariya Hewlêrê ve hatiye veqetandin û ji aliyê Kompaniya Baxê Bêstan û serperiştiya Parêzgeriya Hewlêrê ve tê avakirin. Biryar e ku proje di nav 450 rojan de were avakirin
Projeya ku dê bi 14 milyar û 412 milyon dînaran cîbicî bibe, li ser şeqama 120 metrî ya li Taxa Bahara Nwê ya li başûrê Hewlêrê ye û dê li ser rûberê 34 donim erd were avakirin.
Projeya Bazara Spî ku dê cihê Bazara Sîm bigire, ji dukan, park û bexçeye; li derdora projeyê çêkirina cihên lîstokên zarokan, çêkirin û lêdana bîrên avê, çêkirina torên av û kanalîzasyonan, çêkirina rêyên navxwe yên di navbera dukanan, danîna pergala agirkujiyê û çêkirina torên elektrîkê pêk tê.
Di 24.07.2020ê de Bazara Sîm a li Taxa Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê ji ber vêketina êgir şewitîbû û zêdetirê 230 dikan zerar dîtibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin