Bi raspartina Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê 13 dibistan tên avakirin

13 April 2022 15:59 0 dîtin
Bi raspartina Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê 13 dibistan tên avakirin

PeyamaKurd-Li gorî ragihandina Parêzgarê Hewlêrê, bi raspartina Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, dê hejmarek sermiyandar li Hewlêrê 13 dibistanan ava bikin.

Komek karsaz û sermiyandar, beriya niha soz dabûn Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da ku ew ê li Hewlêrê 13 dibistanan ava bikin. Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnax, îro li dîwana parêzgehê bi van karsaz û sermiyandaran re civiya û da zanîn ku ew ji bo alîkarî û hêsankariya wan a avakirina dibistanan amade ne.

Karsaz û sermiyandaran jî da zanîn ku ew ê hewil bidin da ku dibistan di serdema perwerdehiya sala nû ya 2022-2023yan de amade bin.