Serokwezîr Barzanî bi Nizar Xeyrula re pirsa koçberên Belarûsê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wekîlê pêşketî yê wezareta derve yê Iraqê Nizar El Xeyrula civiyan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê pêşwazî li wekîlê pêşketî yê Wezareta Derve yê Iraqê Nizar El Xeyrula kir û her du aliyan pirsa koçberên li sînorê Belarus û Polonyayê gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pirsa koçberên li sînorê Belarus û Polonyayê hate kirin û pesnê hemahengiya navbera Wezareta Derve ya Iraqê û Fermangehên Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin bo vegerandina koçberan a bi dilê xwe ji Herêma Kurdistanê re.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin