Serokwezîr Barzanî: Ew pirs ji bingeh ve ne tenê pirsa koçkirinê ye, ew koçber hatine xapandin

08 December 2021 10:45 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî:  Ew pirs ji bingeh ve ne tenê pirsa koçkirinê ye, ew koçber hatine xapandin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyameke li ser twitterê belav kir de diyar kir, ew koçberên Kurd ên di deryaya Manchê de can dane, ji aliyê bazirganên siyasî û qaçaxçiyan ve hatibûn xapandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ku bi zimanê Fransî belav bûye da zanîn, berpirsatiya mirina wan koçberên Kurd yên meha borî di kenala Îngilîz de keştiya wan binav bûbû, di stûyê wan bazirganên siyasî de ye ku pêwendiya wan bi torên bazirganên mirovan heye. Aşkere kir jî, destê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di vê tawanê de heye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir, li gor zanyariyên li ber destan, ew welatiyên Kurd hatibûn xapandin û bûn amrazek ji bo lîstikeke siyasî ya wan kesên ku ti girîngiyê nadin jiyan û çarenivîsa wan welatiyan.

Herwiha tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Brîtanyayê re di pêwendiyê de ye, da ku eşkere bike ka ew koçber di ava herêmî ya wî welat de bûn yan na, dema alîkarî xwestine, da ku sedema binavbûna keştiyê zêdetir bê zanîn. Herwiha ew bi hevbeşên xwe yên Fransî re jî di pêwendiyê de ne, ji bo rêgirî li dubarebûna karesatên wiha bên kirin.

Herwiha di derbarê sedema koçkirinê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir kir, ew pirs ji bingeh ve ne tenê pirsa koçkirinê ye, ew koçber hatine xapandin û fêl li wan hate kirin û bawerî  ji wan re çêkirine ku derketina derveyî welat di vê rewşê de, derfetek e dibe ku dubare nabe.

Di berdewamiyê de eşkere kir, kom û rêxistinên wek Partiya Karkerên Kurdistanê derewan û gotegotan belav dikin ku asayişa aboriyê li Herêma Kurdistan ne cîgir e û bi vê yekê jî bandorê li ciwanan dikin ku di van mercan de ji Herêmê ber bi mirinê ve koç bikin.

Di beşeke din a peyama de Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Me rêkar girtine ber xwe ji bo rêgiriyê li koçberiya ciwanan bikin û ew nebin keresteya bazirganiya siyasî û ji ber wê yekê hejmarek ji qaçaxçiyan hatine desteserkirin û em ê wan bidin dadgehan.”

Herî dawî amaje bi wê da, vîza otomatîkî hatiye rawestandin û em hevkariyê bi hemû wan kesên ku bixwazin vegerin Herêma Kurdistanê re dikin û niha nêzîkî 2 hezar koçber vegeriyane.<

>