Serokwezîr Barzanî bi Balyozê Holanda re babetên dualî û pirsa koçberan guftûgo kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Sibatê pêşwazî li Balyozê Hollanda li Iraqê Michel Rentenaar kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Hollandayê Hans Ackerbom jî amade bû, rewşa giştî, proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin û herwiha tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de hatin kirin.
Balyozê Holenda bi girîngî behsa çaksaziyên ku di kabîneya nehem, bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge kir û amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî û veberhênanê de nîşan da.
Di beşeke din a civînê de, guftûgo derbarê pirsgirêka koçberên li Ewropayê hate kirin û tedbîrên Hikûmeta Herêmê ji bo bidawîkirina koçberiya qaçax, bi erênî û bi bandor hatin nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin