Bi fermana parêzgerê sepandî bi dehan dikanên Kurdên Kerkûkê hatin xerakirin
PeyamaKurd - Bi fermana parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rêkan Cibûrî, bi dehan dikanên welatiyên kurd ên li Kerkûkê bi maşîneyên kar hatin xerakirin.
Hat zanîn ku îro 20ê Cotmehê li taxa Îmam Qasim ya bajarê Kerkûkê, bi dehan dikanên kurdan bi fermana parêzgarê sepandî yê Kerkûkê hatin wêrankirin.
Xwediyên wan dikanan dibêjin, ji doh ve bi dozeran xerakirina dikanên wan berdewam dike û ev jî tenê ji ber kurdbûna wan tê kirin ku bi dehan malbatên kurd li ser wan dikanan debara xwe dikirin.
Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an û dagirkirina Kerkûkê, zilma li ser Kurdên Kerkûkê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berdewam dike. Hem proseya erebkirinê bi tundî tê domandin hem jî tê xwestin, kurdan neçarî terka mal û milkên xwe bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin