Kerkûk | Bi fermana parêzgarê sepandî dikan û xaniyên Kurdan têne xirakirin

01 October 2020 15:49 0 dîtin
Kerkûk | Bi fermana parêzgarê sepandî dikan û xaniyên Kurdan têne xirakirin

PeyamaKurd – Hat zanîn ku bi fermana parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rêkan Cibûrî, xanî û dikanên Kurdên li Kerkûkê têne xirakirin û hilweşandin.

Li gorî BasNewsê berpirsê bizava mafê kurd li Kerkûkê, Edhem Cumhe ku aktîvîstekî navdar e ragihandiye ku îro 1ê Cotmehê bi fermana parêzgarê Kerkûkê dest bi xirabkirina xanî û dikanên kurdan li taxa Sahet Îhtîfalat ya Kerkûkê hat kirin ku ew tax sala 2007an hatiye avakirin.

Edhme Cumhe dibêje, ew xanî û dikan bi behaneya nebûna tapoyê têne xirakirin û destnîşan dike, parêzgarê sepandî yê Kerkûkê xanî û dikanên kurdan xira dike lê yên ereban xira nake. Bi sedan xanî û dikanên ereban bê tapo û bê belge ne. Lê tenê ji ber ku ew kurd in, xanî û dikanên wan xira dike.

Edhme Cumhe gotiye, bi heman behaneyan li taxa Serçinar jî dest bi xirakirina xanî û dikanên kurdan hatiye kirin.