Bi fermî Balyozxaneya Îsraîlê li Bahreynê hat vekirin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yair Lapid, serdana Bahreynê kir û bi fermî Balyozxaneya Îsraîlê li Bahreynê vekir.
Ev serdana karbidestekî Îsraîlî, ji bo welatê Kendavî serdana cara yekem e ji destpêka normalbûna pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de.
Yair Lapid, ji bo firînên bazirganî yên cara yekem bi balafira kompaniya rewîtiya esmanî ya Gulf Air ya Bahreynê gihîşt Manama.
Lapid ji ser Twitterê diyar kir, wan bi fermî Balyozxaneya Îsraîlê li Bahreynê vekiriye. Lapid got: "Me li hev kir ku heya dawiya salê, Balyozxaneya Bahreynê li Îsraîlê jî were vekirin."
Lapid bi Qral Hemîd bîn Îsa El-Xelîfe re civiya, ya ku medyaya Îsraîlî got ev cara yekem e ku Qralê Kendavê bi karbidestekî Îsraîlê re civîneke fermî ya vekirî dike.
Hevdem, Lapid bi Prens Salman Bîn Hemîd El-Xalîfe re û hevtayê xwe Abdullatif el-Zayanî re jî hevdîtinên cûda pêk anî.
Lapid eşkere kir: "Me di derbarê hevkariya di navbera welatên xwe de û avakirina aştiya fermî ya di navbera me de û ji bo avakirina hevaltiyeke çalak, aborî, ewlehî, siyasî û sivîl de gotûbêj kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin