Balyozxaneya Îsraîlê ya Îmaratê bi merasîmeke fermî hat vekirin

29 June 2021 17:04 0 dîtin
Balyozxaneya Îsraîlê ya Îmaratê bi merasîmeke fermî hat vekirin

PeyamaKurd – Piştî ku sala borî peymana asayîkirinê bi hejmarek welatên Erebî û Îsraîlê re hat girêdan, Îsraîlê balyozxaneya xwe ya Îmaratê bi merasîmeke fermî vekir.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapîd ji bo serdaneke fermî ya 2 rojan serdana paytexta Îmaratê Ebu Dabî kir û îro Sêşemê jî beşdarî merasîma vekirina balyozxaneya Îsraîlê ya li Ebu Dabî bû.

Piştî vê merasîmê biryare di demeke nêzîk de Îsraîl konsolxaneya xwe ya li Dubaîyê jî veke.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu û wezîrê derve yê Îmaratê Ebdula Bin Zayd bi çavdêriya serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump 15ê Cotmeha 2020an rêkeftina aştiyê îmze kiribûn.