Serokwezîrê Îsraîlê yekem car bi fermî serdana Îmaratê dike

12 December 2021 17:04 0 dîtin
Serokwezîrê Îsraîlê yekem car bi fermî serdana Îmaratê dike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett ragihand ku ew wekî serokwezîr di dîroka Îsraîlê de yekem car serdaneke fermî bo Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî (Îmarat) dike.

Bennett di civîna kabîneya xwe de îro Yekşemê ragihand, "Ez ê îro wekî serokwezîrê Îsraîlê yekem serdana fermî bo Îmaratê bikim.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî peymana aştiyê û asayîkirina pêwendiyên her du welatan, ev yekem serdana pilebilind a fermî ye ku bo Îmaratê tê kirin.

Li aliyê din Nivîsgeha Serokwezîriya Îsraîlê jî ragihandiye ku wê Bennett roja Duşemê serdana Îmaratê bike û ligel şahnişînê Ebû Dabî Şêx Muhamed bin Zayet el Nehyan bicive.