Bi hezaran koçberên Afganî derbasî Wanê bûn...
PeyamaKurd - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hezar û 456 koçberên bi rêyên qaçax sînor derbas kirin û 6 bazirganên qaçaxçîtiya mirovan hatin girtin.
Walîtiya Wanê ragihand ku heta niha hezar û 456 koçberên neyasayî û 11 qaçaxçiyên ku bazirganiyê bi mirovan dikin, hatine girtin, dadgehê biryara girtina 6 ji wan qaçaxçiyan daye. Piştî vê daxuyaniyê jî hat ragihandin ku li navçeya Erdîşê 113 koçberên Afganî hatine desteserkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di demên dawî de koçberên Afganî ku ji ber Talîbanê direvin bi ser Îranê re derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin û ji wir jî derbasî Bakurê Kurdistanê dibin ku her diçe hejmara wan zêdetir dibe.
Li gorî berpirsên hikûmeta Afganistanê dibe ku 10 milyon xelkê Afganistanê koçber bibe.
Walîtiya Wanê li ser dîmenên roja 10ê Tîrmehê yên derbasbûna sînoran a koçberan jî daye xuyakirin ku tîmên ewlekariyê berdewam çavdêriya wan navçeyên sînorî yên Wanê dikin.
Herwiha hat diyarkirin ku walîtiyê, hêzên zêdetir ên polîs û cendermeyan şandine deverê ji bo ku çavdêriya sînoran û liv û tevgerê bikin.
Waliyê Wanê daye zanîn, 11 cihên ku koçberên ne yasayî weke cihê xweveşartinê bikar anîne jî hatine rûxandin û ji bilî avakirina xalên leşkerî yên çavdêriyê, li ser sînor dest bi avakirina dîwarekî jî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin