Bi katyûsayan car din êrîsî Balyozxaneya Amerîkayê kirin

19 May 2020 14:33 0 dîtin
Bi katyûsayan car din êrîsî Balyozxaneya Amerîkayê kirin

PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand ku moşekeke katyûşa li derdora Balyozxaneya Amerîka ya herêma Kesk a Bexdayê ketiye û bûye sedema ziyanên madî.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku şeva borî moşekeke katyûşa li xaniyekî derdora Balozxaneya Amerîka ya li herêma Kesk ketiye û di encamê de ziyan gihîşt dîwarên malekê.

Li gorî agahiyan, ew moşek ji taxa El-Idrîsî ya kolana Filistînê hatiye avêtin ku di nav 7 mehên dawî de 28 car in ku êrîşan dibin ser Balyozxaneya Amerîkayê.

Ji aliyê din ve ajansa El-Someriya jî ragihandiye ku du moşek li ser avahiyên herêma Xedrayê ya nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê ketine.

Her çiqas bi fermî berpirsiyariya xwe ranegihînin jî li gorî daxuyaniyên Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê ew êrîş ji aliyê hêzên Îranî yên li Iraqê ve têne kirin.

Berî niha Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî gef li hêzên Amerîkayê xwaribû û gotibû: “Wê Amerîka ji Iraq û Sûriyê bi destê hêzên Îranî were qewirandin.”