Êrîsî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê hat kirin

08 December 2023 13:57 0 dîtin
Êrîsî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê hat kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Bexdaya paytexte Iraqe li hember sefaretxaneya Amerikaye êrîşa bi moşekan hat kirin û li Herema Kesk dengen sîrenan hatin bihîstin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, îro danê sibê gelek moşek li nêzî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ketin û piştî bûyerê sîren hatin lêxistin.

Li gor agahiyên ewil gelek moşek li sefaretxaneyê ketin û li herêmê rewşa awarte hat îlankirin.

Heta niha ti rêxistinê berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Li ser medyaya civakî hin dîmenên êrîşê hatin parvekirin.

Di daxuyaniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê de hat diyarkirin, li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê, wan êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê kirin.