Bi mosekan êrîsî serbazgeha Zîlkan a artêsa Tirkiyê kirin

07 April 2022 10:29 0 dîtin
Bi mosekan êrîsî serbazgeha Zîlkan a artêsa Tirkiyê kirin

PeyamaKurd  Serbazgeha Zîlkan a artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha Nînowayê, do bi şev dîsa hat moşekbarankirin.

Di heyama hefteya borî de, 2 carên din jî li ser heman serbazgehê êrîşeke bi vî rengî pêk hatibû.

Li gor çapemeniya Iraqê belav kir, îşev bi çend moşekan êrîşî serbazgeha Zîlkanê kirine.

Herwiha hat eşkerekirin, moşek ji bakurê rojhilatê bajarê Mûsilê ve hatine avêtin û heta niha ziyanên wê êrîşê nehatine zanîn.