Bi roketan li baregeha leskerên Tirkiyê yên Basîqayê xistin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 4 roketên katyûşan avêtine ser baregeha leşkerên Tirkiyê ya Li Başûrê Kurdistanê ya li Başîqayê. Roket li baregehê neketine û li nêzî gundê Cibran ketine.
Qermeqamê navçeya Şêxanê Serdar Yehya Berzencî li ser mijarê weha got:
“Siet di 18.00 ê êvarê de ji aliyê Mûsilê 4 roket avêtine ser baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li Zîlkanê (Başîqa). Roket li navbera gundên Cibran û Gudadê ketine, 2 roket teqiyane û 2 roket neteqiyane.
Hat gotin ku di encamê de ti zerar nebûye û roket ji bajarê Mûsilê ji devera Şelalatê hatine avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin