Bi roketan li baregeha Tirkiyê ya li Zelkanê xistin

28 December 2021 01:42 0 dîtin
Bi roketan li baregeha Tirkiyê ya li Zelkanê xistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi roketan li ser hev li baregeha Tirkiyê ya li navçeya Zelkanê distine. Li gor ragihandina Basnewsê ku çavkaniya xwe weka çavkaniyeka asayîşa Iraqê nîşan daye, bi roketan li baregehê xistine lê ne diyare bê zerareka maddî an canî çêbûye an na.

Baregeha Tirkiyê ya leşkerî ya li Zelkayê li Herêma Kurdistanê ye û bi ser bajarê Mûsilê ve ye.

Tirkiye heya niha ti agahiyekî di mijarê de nedaye çapemeniyê. Di sala 2015 an de li Başîkayê baregeha Tirkiyê ya leşkerî hatibû avakirin.