Bi roketan li bagereha leskerî ya Tirkiyê ya Basîqayê xistin

23 July 2022 00:43 0 dîtin
Bi roketan li bagereha leskerî ya Tirkiyê ya Basîqayê xistin

PeyamaKurd – Rêvebirê Zîlkanê Muhammed Emîn Xarîb ji bo Rûdawê ragihandiye ku vê sibê siet di 09.30 an de bi roketê li baregeha leşkerî ya Tirkiyê ku li Başîqayê ya bi navê Gedûyê xistine. Êrîş ket pey êrîşa Tirkiyê ya ser Zaxoyê. Emîn Xarîb weha got:

“Roketê avêtin baregeha Tirkiyê lê berya roket bigihê baregehê hat îmhakirin.”

Kurdistan Antî-Teror jî li ser bûyerê ragihand ku bi 3 roketan li baregehê xistine. Di ragihandinê de hatiye gotin ku 3 roketên Gradê avêtine ser baregehê, yek li nêzî baregehê ketiye û her 3 roketên din li dora gundê Gedûyê ketine û zerar negihaye canî.

Li gor tesbîtê; sîstema ku roket pê avêtine, li nêzî Hima City dîtine ku di bin kontrola hukumeta Iraqê de ye û 2 roketên saxlem jî dîtine.

Baregeha Tirkiyê ya li Başîqa dikeve nêzîbajarê Mûsilêku jê 12 km dûre, di sala 2015 an de hatiye avakirin ku perwerdê bide mîlîsên Sunnî.

Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe.