Bi sedema zêdekirina bihayê benzînê 6 kes mirin
PeyamaKurd-Do hukumeta Îranê bihayê benzînê %50 zêde kir û bi wê sedemê xelkê Îranê nerazîbûna xwe nîşan da. Ne tenha xelkê Faris her weha li Kurdistanê jî xwepêşandan hatin kirin û îro 6 kes jiyana xwe ji dest dan. Hêzên ewlehiyê bi tundî li dijî xwepêşandêran tevgeriyan.
Hat ragihandin ku li bajarê Senendajê li ber zankoya Azadiyê kurdekî hatiye kuştin. Do jî li bajarê Sîrcanê kesekî di xwepêşandanan de jiyan xwe dabû. Li bajarê Bêhbehanê bankayekî hat şewitandin û li piraniya bajaran xelk nerazîbûna xwe diyar kir.
Li bajarên Tebrîzê, Urmiyê, Tehran û Şaabadê hêzên sayîşê xaza çavan bikaranîn û raste rast gule berdan xwepêşandêran. Tê gotin ku îro 3 maqamên Rêvebir yên Îranê li hev civiyane li ser bihakirina benzînê, aboriyê û xwepêşandanan pirsgirêkan niqaş dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin