Bi tohmeta bilindkirina dirûsmên di ‘berjewendiya PKKê’ de 5 kes hatin girtin
PeyamaKurd – Li Îzmîrê, piştî bidawîhatina amadekariyên ahenga Newrozê, 5 kes bi tohmeta bilindkirina dirûşmên di ‘berjewendiya PKKê’ de hatin girtin.
Dozgeriya Giştî ya Îzmîrê, bi tohmeta ku do, “dirûşm di berjewendiya” PKKê de avêtine, fermana girtina 5 kesan derxist.
Zanyarî didin zanîn, piştî ku dîmenê wan 5 kesan di torên civakî de belav dibe, Dozgerê Giştî biryara girtina wan dide.
Li ser fermana dozger, di operasyoneke ji aliyê tîmên asayîşê ve, ew 5 kes hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin