Bi tohmeta endambûn û alîkariya DAISê 8 kes hatin desteserkirin

01 January 2021 13:50 0 dîtin
Bi tohmeta endambûn û alîkariya DAISê 8 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Bi tohmeta endambûn û alîkariya DAIŞê, Tirkiyê li parêzgeha Sakarya 8 kesên Iraqî desteser kirin.

Li gor Rêveberiya Asayişa Parêzgeha Sakaryayê ragihand, êvara Pêncşemê 31ê Kanûna 2020an, di operasyonekê de bo ser rêxistina DAIŞê li bajarê Sakaryayê, 8 kesên gumanbar ên Iraqî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, tîmên dije terorê yên ser bi Rêveberiya Asayişa Sakaryayê ve, operasyon pêk anîne û bi awayekî hevdem girtine ser çar navnîşanan. Di operasyonê de 8 kesên ku welatînameya Iraqê bi wan re hebûye, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine desteserkirin û li gor medyaya Tirkiyê, piştî lêkolînan derketiye holê ku wan kesan di nava rêxistina DAIŞê de çalakî pêk anîne.

Herwiha, Rêveberiya Asayişa Parêzgeha Sakaryayê daye zanîn, yek ji kesên desteserkirî, berpirsê perwerde û rahênana serbazî ya çekdarên nû yên DAIŞê li Iraqê bûye.

Nasnameya kesên hatine desteserkirin nehatiye aşkerekirin û herwiha nehatiye diyarkirin ji kîjan bajarî ne.

Di encama operasyonê de, dest danîne ser çend belge û amûrên elektronîk yên wan kesên desteserkirî.