Biden: Amerîka ji Rojhilata Navîn bi ti derekî de naçe

16 July 2022 20:12 0 dîtin
Biden: Amerîka ji Rojhilata Navîn bi ti derekî de naçe

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden seredana Rojhilata Navîn kir û ji bo zîrwa Cideyê li Erebistana Si’ûdiyê ye. Biden li Erebistanê di civîna Cide de weha axifî:

“Wê Amerîka li Rojhilata Navîn hevkarekî aktîv bimîne. Amerîka ji bo bi we re, bi hevkarî dahatûya herêmê bi erênî ava bike veberhênanê dike û Amerîka ji Rojhilata Navîn naçe ti derekî. Ez bang li we lîderên Ereban yên tevlî zîrweyê bûne dikim ku hun mafên mirovan, hêza guherînên aborî û civakî bibînin.”

Biden di civîna li Erebistana Si’ûdiyê de ya bi navê Zîrwa Ewlehiyê û Geşepêdanê ya Cideyê de, di axaftina destpêkê de axifî û got wê Amerîka li Rojhilata Navîn aktif û dewam bike bibe hevkarekî pêwendîdar. Biden weha dewam kir:

“Amerîka hêvî dike ku di têkiliyên Rojhilata Navîn de rûpelekî nûh veke. Di vê çarçovê de em herêmê kî dixwazin ku Amerîka şerekî leşkerî li paş xwe bihêle û di şûna wê de, divê herkes rêz li karên nav hundir yên welatan bigre lê endîşa bi Îranê re dewam dike û em herêmekî dixwazin ku di lêgerîna entegrasyon û bergiriya hevpar de be. Amerîka bi biryare ku nehêlê Îran bibe xwediyê sîlihên nukleerî.”