Biden: Amerîka, NATO û Ukrayna li dijî Rûsya ne gef in
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li Qesra Spî preskonferansek li ser aloziya Rûsya û Ukrayna axivî û got, em ji destpêka aloziyê ve hewl didin bi Moskowê re pêwendiya dîplomatîk çêkin û me bi awayekî eşkere daye zanîn ku ger Rûsya, Ukrayna dagir bike em ê bersiveke tund bidin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden eşkere kir, helwesta Amerîka ev çend meh in wiha ye û neguheriye.
Biden destnîşan kir, ew vê hefteyê bi hemtayê xwe yê Rûs Vladimir Putin re axiviye û bal kişand ku Moskowê dû re li pêş bîragiştî daye zanîn ku ew dixwazin dîplomasiyê bidomînin.
Biden da zanîn, ji bo dîplomasî bi ser keve, divê ew serî li hemî rêyan bidin û diyar kir, Amerîka ji bo li rojhilata Ewropa ewlekarî çêbibe, gavên berçav pêşniyaz dike û got, ew kontrolkirina çekan, zelalî û tedbîrên îstiqrara stratejîk hem ji bo NATO hem jî ji bo Rûsya dixwazin.
Serok Biden heta hêviya çareseriya dîplomatîk hebe, ew ê hewl bidin rê li ber karanîna hêzên tund yên însanan dikuje bigirin.
Biden eşkere kir, Wezareta Berevanî ya Rûsya daye zanîn ku hin leşkerên Rûs ji sînorê Ukrayna vekişiyane, lê got, tevî ku ew tiştekî baş e jî wan hîn ew agahî piştrast nekirine.
Serokê Amerîkeyê tekez kir, niha li Belarûsê û li nêzî sînorê Ukrayna pirtir ji 150,000 leşkerên Rûs hene û got, gumana dagirkirina Ukrayna didome û ji ber gumanên ser dagirkirina Ukrayna, wan bang li Amerîkiyan kirine ku ji wî welatî derkevin û got, wan balyozxaneya Amerîka ya li Kîevê bi awayekî demkî biriye Lvîvê.
Serok Biden destnîşan kir, Amerîka, NATO û Ukrayna li dijî Rûsya ne gef in û got, tu hewla wan ji bo pûçkirina îstiqrara Moskowê tune.
Biden da zanîn, ger Rûsya êrîşî Ukrayna bike, ew ê ji bo wê encam giran bin û got, ew ê Moskow bi wê tevgerê xwe bi xwe birîndar bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin