Biden bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya

15 November 2022 15:01 0 dîtin
Biden bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re li Lûtkeya Serokên G20an civiya.

Îro li grava Baliyê ya Endonezyayê Serokê Amerîkayê Joe Biden û  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di çarçoveya Lûtkeya Serokên G20an de civiyan.

Li gor zanyariyan, civîna li Apurva Kempînskiyê ji medyaya re girtî hat kirin.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî amade bûn.