Murat Karayilan bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da
PeyamaKurd - Murat Karayilan bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide û radighîne: Armanca PKK ne perçekirina Tirkiyê ye, lê demokratkirina komara Tirkiyê ye.
Fermandarê Biryargeha Navendî yê Parastina Gel Murat Karayilan dibêje, Erdogan li meydanên hilbijartinê bangeşeyên bêbingeh û ji rastiyê dûr dike.
Armanca PKK ne perçekirina Tirkiyê ye. Armanca PKKyê biratiya gelan û demokratkirina komara Tirkiyê ye. Lê Erdogan ji bo serkeftina xwe, dixwaze HDPyê wekî rêxistinek terorî nîşan bide.
Karayilan herwiha bersiva Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu jî da û got, PKK bidawî nehatiye. PKK di dema xwe ya herî bihêz de ye û di sala 2019an de, dê pêngavên nû û girîng bavêjin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin