Ji Karayilan bersiva gefên bo hilbijartinên Rojava: Em têkosîna sîstemeke berovajî dewletbûnê didin!
PeyamaKurd – Serkirdeyê PKKê Murat Karayilan, li ser gefên Tirkiyê yên destwerdana leşkerî bi hinceta hilbijartinên herêmî yên li Rojavayê Kurdistanê ku îdia dike, dixwazin dewletekê ava bikin, axivî.
Karayilan ji medya nêzîkî PKKê re mijara ‘PKK ber bi dewletbûnê ve diçe’ ronî kiriye û li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku dibêje, em bi hinceta hilbijartinan destûra avakirina ‘teroristanê’ nadin got, “Ew gotegota ku dibêjin wê Amerîka ji PKKê re dewletê ava bike, ti pêwendiya wê bi rastiyê re nîne û îdiayeke vala û berovajîkirina rastiyê ye.”
Têkiliya Amerîka û HSDê taktîkî ye
Karayilan pêwendiya HSD û Amerîkayê jî wekê taktîkî nirxand û diyar kir, ti pêwendiya wê bi PKKê re nîne û Amerîka ji bo têkoşîna dijî DAIŞê tenê alîkariyê dide.
Herwiha Karayilan, bal kişand ser gefên Wezareta Berevaniya Tirkiyê yên bo hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê û got ku li wir 6 milyon mirov dijîn û ew ne tenê Kurd in, lê nêzîkatiyeke dijminatî li hember wan nîşan didin.
Em têkoşîna sîstemeke berovajî dewletbûnê didin
Li ser mijara armanca PKKê ya dewletbûnê heye ya na jî Karayilan wiha got: “Ti armanceke me ya dewleteke netewî tune ye. Em têkoşîna sîstemeke berovajî wê didin. Tevî vê jî gotina ku wê PKK li hember Tirkiyê dewletekê ava bike, berovajîkirineke mezin e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin