Biden dest bi kampanyaya xwe ya hilbijartinê kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden, dema bi axaftina xwe ya ji bo xebatkarên sendîkayan dest bi kampanyaya namzediya serokkomariya 2024an kir, diyar kir ku ew di dîroka Amerîkayê de serokê herî alîgirê sendîkayan e. Biden bi vîdeoyekê namzetiya xwe ya ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2024an eşkere kir, piştî saetan bi sernavê "Veberhênana li Amerîkayê" axaftinek kir.
Biden got: "Ez lêborînê naxwazim ku di dîroka Amerîkayê de wek serokê herî alîgirê yekîtiyê hatim binavkirin. Ez pê serbilind im."
Joe Biden di axaftina xwe de Komarparêzan di mijara kurtaj, kêmkirina bacê ya ji bo dewlemendan, dermanên biha, xwedîtiya çekan û bêtehamuliyê de hedef girt û wiha got: "Ji sedî 55ê şîrketên Fortune 500 di sala 2020an de sifir bac dan. Ev xelet e. Min baceke tirsnak danî li ser van kesan."
Biden wiha got: "Bila ez zelal bibêjim. Kesek ku salê ji 400 hezar dolarî kêmtir qezenc bike wê nebîne ku baca wan bi qurişekî zêde bibe."
Wekî din, dema ku Biden behsa veberhênanên ku di dema xwe de ji xebatkarên sendîkayan re hatine kirin, bal kişand ser hestiyariya xwe ya li ser tercîhkirina hilberên çêkirî yên Amerîkî.
Karkerên sendîkayê Bidenê ku di vîdyoya namzetiya xwe de slogana "karê ku destpê kiriye biqedîne" dubare kir, bi çepikan bi gotina "4 salên din" bersiv dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin