DeSantis, dest bi kampanyaya hilbijartinê kir

31 May 2023 14:00 0 dîtin
DeSantis, dest bi kampanyaya hilbijartinê kir

PeyamaKurd- Parêzgarê Floridayê Ron DeSantis ku ji Partiya Komarparêz ji bo Hilbijartina Serokatiya 2024an a Amerîkayê namzetiya xwe ragihandibû, ji eyaleta Iowayê dest bi kampanya hilbijartinê kir.

Ron DeSantis, di destpêkirina kampanyaya hilbijartinê de dê li 12 bajarên eyaletên Iowa, New Hampshire û South Carolina bi navê "Great America's Comeback Tour" kampanyayeke 4 rojan bimeşîne.

DeSantis ê ku ji sala 2013 heta 2018an di Meclisa Nûneran a Amerîkayê de xebitî, bi nêzîkbûna xwe ya bi Donald Trump re tê zanîn. 

Her wiha DeSantis ji dema erka xwe ya parêzgariyê ya ji sala 2019an û bi vir ve bi gavên xwe yên ku bang li dengdêrên muhafezekar di siyaseta navxweyî de dike derket pêş.